Xwendekar li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan e

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di xwepêşandanan de xwendekar bi roleke diyarker radibin. Li gorî daneyên dawî yên Saziya Mafên Mirovan a Îranê heta niha 277 kes hatine qetilkirin.

Di xwepêşandanên li Îran û Rojhilat de zanîngeh bûne qadên çalakiyan. Li Sine, Merîwan, Saqiz û gelek navçeyên din dikan û bazar hatin girtin. Ciwan li kolanên Sine daketin kuçeyan û agir dadan. Hêzên dewletê her çendî xwestibin çalakgeran belav jî bikin, bi ser neketin.

Li Kirmanşan, Merîwan, Saqiz, Bokan, Mihabad û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan bi dadana agir û rêgirtinê çalakî hatin kirin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrkirin. 

Her wiha xwendekarên li Sine û Merîwanê jî bi rengên cuda çalakî kirin. Hêzên dewleta Îranê li Zankoya Peyaminûr êrîş bire ser xwendekaran. 

Li Îranê jî xwepêşandan li zanîngehan dom kirin. Xwendekarên Zanîngehên Sîstan, Belûcistan, Esfehan, Şîraz, Hurmuzgan, Reşt û çend bajarên din jî di nava çalakiyan de bûn. Xwendekaran xwestin ku grev li hemû zanîngehan belav bibe û boykota waneyan bikin.

Li Zanîngehên Tehran, Kerec, Esfehan û Şîraz jî xwendekar li qadan bûn.

Şeva bihurî li Tehran, Tewrêz, Esfehan çalakî hebûn û şênî li qadan bûn, dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.

Li gorî daneyên dawî yên Saziya Mafê Mirovan a Îranê di xwepêşandanan de heta niha 277 kes ku 40 ji wan temenê wan jêrî 18 salî ye hatine kuştin. Hate gotin ku ev dane dibe pir zêdetir be.