Piştî ku li Îranê tundiya polîsan hat dîtin, lêpirsîn hat destpêkirin

Piştî dîmenên ku hatin dîtin, polîsên Îranê bi awayekî hovane li kesekî dixin û gelek caran bi motorsîkletê di ser wî re derbas dibin, lêpirsîn hat destpêkirin.

Di kurte dîmenên ku bi şev bi telefona destan hatine kişandin û li ser torên medyayên dîjîtal hatine weşandin de, tê dîtin ku polîsekî bi motorsîkletê bi tundî li kesekî li erdê dixe. Nêzîkî deh polîsên bi unîforma û kaskeyê lê temaşe dikin. Kesê li erdê pêşî hewl dide bi destên xwe serê xwe ji derbeyan biparêze. Piştî çend kêliyan dengê çekê tê û motorsîkleta polîsan du caran li wî kesî diqelibe. Tûgaya polîsan derdikeve û cenazeyê li qadê dihêle.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îrna, polîs ragihandiye ku “Ji bo lêkolînkirina dem û cihê bûyerê û diyarkirina tawanbaran, demildest fermanek taybet hatiye dayîn.”

Di daxuyaniya polîsan de wiha hat gotin: "Polîs teqez nêzîkatiyên tund û nebaş napejirîne û wê li gorî rêgezan bi sûcdaran re eleqedar be."

Zêdeyî mehekê ye li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hene. Çalakiyên protestoyî yên piştî ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê di 16’ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin, dewam dikin.

Li gorî çavkaniyên opozisyonê û rêxistinên mafên mirovan, ji 16’ê Îlonê û vir ve di navbera 200 û 480 kesî de hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî hatine destgîrkirin.