Li Bexdayê ji ber teqînekê 9 kes mirin
Li Bexdayê ji ber teqîna tankereke sotemeniyê 9 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Li Bexdayê ji ber teqîna tankereke sotemeniyê 9 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Benok a rojhilatê paytexta Iraqê Bexdayê tanker sotemeniyê teqiya. Teqîn li nêzî stadyûma futbolê pêk hat ku hingî maça futbolê dihate lîstin.
Tê gotin ku tankera sotemeniyê li geracekê rawestiya bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kir.