Bolsonaro hêj têkçûna xwe qebûl nekiriye

Serokkomar Jaîr Bolsonaro yê zêde rastgir ê di hilbijartina roja Yekşemiyê ya Brezîlyayê de bi bin ket, hêj têkçûna xwe qebûl nekiriye. Alîgirên Bolsonaro, rê girtin.

Lûîz Înaco Lûla da Sîlva yê çepgir, di hilbijartinan de bi stendina ji sedî 50,9’ê dengan bû serokkomar, Bolsonaro yê zêde rastgir, dijminê jin û jîngehê bi stendina ji sedî 49,1’ê dengan têk çû.

Bolsonaro yê ji mala xwe ya fermî Alvorado ya li Brasîllîayê derneketiye, heta 1’ê Çileyê Pêşîn ê pêvajoya derbasbûnê wê li serokkomariyê dewam bike.

Du roj di ser hilbijartinan re derbas bûye lê Bolsonaro hêj tu daxuyaniyeke fermî nedaye. Lûla, roja Yekşemiyê daxuyanî da û got ku ew ji ber bêdengiyê bi fikar e.

Pêvajoya demkî, bi gengeşe dest pê kir. Ajokarên kamyonan çalakgerên ku aliyê Bolsonaro digirin, herî li 11 eyaletan rêyên mezin girtin û lastîk şewitandin. Alîgirên Bolsonaro li hin herêman hatin belavkirin.

Li gor şefê polîsan ê trafîkê yê federal, rê li her dera Brezîlyayê hatine girtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em yekê vedikin, yeke din digirin.“

Dadgerek ê Dadgeha Bilind, duh fermana rakirina barîkatan da polîsan.

Li Brezîlyayê tevdîrên ji bo ewlehiyê hatine zêdekirin, ji ber çalakiyan li balafirgeha navneteweyî ya Saû Paûloyê jî hin firîn hatin betalkirin ya jî hatin taloqkirin.