13 jê zarok 20 penaber di behrê de xeniqîn

Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû. 13 jê zarok 20 penaber xeniqîn. Herî kêm 30 penaber jî winda ne.

Aloziya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de bandoreke giran li penaberan dike.

Behra Egeyê ji bo penaberan bûye wekî goristanekê. Herî dawîn li nêzî Girava Egrîbozê ya li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû. Di xebatên rizgarkirinê de cenazeyê 13 jê zarok bi giştî yê 20 kesan hate dîtin. Hate ragihandin hê jî 30 penaber winda ne.

Li gorî gotinên penaberên ji qezayê filitîne, di keştiyê de 68 kesên ji Misir, Efganistan û Îranê hebû. Piştî noqbûna keştiyê 12 kes hatin rizgarkirin, 30 penaber jî winda ne.