Li Fîlîpînê hejmara qurbaniyên bahozê bû 98 kes

Li Fîlîpînê ji ber bahoza Nalgaeyê, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 98 kesî.

Hate ragihandin ku piraniya qurbanî li girava Mindanao ya li başûrê welêt roja Înê ji ber şemitîna erdê û felaketên lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Desteya Rêveberiya Felaketên Xwezayî ya Neteweyî heta niha 98 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bahozê şeva Yekşemê li girava Lûzonê xist û her tiştên ketin ber, hilweşand.

Li paytext Manîla û bajarên derdorê jî lehî rabûn. Bahoz piştî nîvro gihîşt Derya Çînê ya Başûr.

Salane derdora 20 bahoz û tayfûn bandorê li Fîlîpînê dikin. Gelek mirov ji ber van bahozan jiyana xwe ji dest didin û çîftlîk, mal, rê û pir xera dibin.

Her ku germahiya global zêde dibe hîn bêhtir bahoz radibin.