Serokwezîrê berê yê Pakistanê di sûîkastekê de birîndar bû
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Han li bajarê Lahorê di mîtîngekê de, di êrîşekê de birîndar bû.
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Han li bajarê Lahorê di mîtîngekê de, di êrîşekê de birîndar bû.
Li gorî agahiyên çapemeniya Pakistanê de Îmran Han bi daxwaza hilbijartina pêşwext li Lahorê tevlî çalakiyeke protestoyê bû. Di çalakiyê de bi sûîkastê birîndar bû û hate diyarkirin rewşa wî baş e.
Di heman êrîşê de tevî Han çar kesên din jî birîndar bûne.