Rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir hat girtin

Hêzên Îranê, rojnamevan Nazîla Marûfiyan a roportaj bi bavê Jîna Emînî re kir li Tehranê destgîr kir û şand Girtîgeha Evînê.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Îranî, hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê roja Yekşemê girtiye bi ser mala rojnamevan Nazîla Marûfiyan de û ew destgîr kiriye.

Hat zanîn ku Marûfiyan ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye lê li Tehranê dijî.

Gotûbêja rojnamevan Marûfiyan bi Amjadê bavê Emînî re kir, roja 19’ê Cotmehê li ser malpera Mustaqîlê hat weşandin.

Marûfiyan, piştî gotûbêjê lînkê şîroveya li ser ku wê çi bi serê wê de bê, li gotûbêjê zêde kir û got: “Xwesteka min a xwe kuştinê nîne û tu nexweşiyek ku bibe sedema xwekuştinê jî nîn e.’’

Malpera Mustaqîlê piştre nûçe rakir lê bav Amjad daxuyaniyên rayedaran ku pirsgirêkên tenduristiyê yên keça wê hene, red kirin. Gotûbêj bi sernavê ‘’Bavê Mehsa Emînî: Derewan dikin!’’ hatibû weşandin.

Marûfiyan piştî destgîrkirinê şandin Girtîgeha Evînê ku bi êşkenceyê tê naskirin.

Li gor Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a navenda wê li New Yorkê ye, ji 16’ê ta bi niha qet nebe 54 rojnamevan hatine girtin. 10 ji wan bi kefaletê hatine berdan.