Li DYE girtiyekî bêsûc piştî 38 salan hate berdan

Li DYE kesekî ku ji ber cînayetê 40 salan di girtîgehê de bû, piştî mînaka DNA’yê derket holê wî ev cînayet nekiriye hate berdan.

Maurice Hastings, îro 69 salî ye, ji ber kuştina  Roberta Wydermyer a di sala 1983’an de 38 sal in di girtîgehê de bû.

Delîlên DNA yên ku ji hêla pisporên ku doza Hastings ji nû ve lêkolîn kirin, destnîşan kirin ku kiryar sûcdarekî din e ku di sala 2020’an de di girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.

Hastings ku niha 69 salî ye, di sala 1988'an de piştî ku biryar hat betalkirin hatibû berdan.

Roberta Wydermyer di sala 1983an de di bagaja otomobîla xwe de mirî hatibû dîtin. Di dozê de, Hastings bi kuştinê hate tawanbarkirin û dozger xwest cezayê mirinê lê were birîn.

Piştî ku heyeta dadgehê negihîşt biryarê, heyeta duyemîn di sala 1988'an de cezayê girtîgehê yê heta hetayê li Hastings birî.