Rûsya: Kraliyeta Yekgirtî sabotaja li hemberî xeta boriya gazê koordîne kir

Li gorî Qesra Kremlînê Kraliyeta Yekgirtî di meha Îlonê de êrîşa li dijî xetên boriyên gazê yên Nord Stream 1 û 2 koordîne kiriye.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov ji çapemeniyê re axivî û got “Li gorî servîsên me yên îstîxbaratê êrîş ji aliyê leşkerên pispor ên Brîtanyayê hatine kirin. Delîl hene ku Brîtanya tevlî vê êrîşa terorîst li hemberî binesaziya enerjiyê bûye.”

Peskov diyar kir wê bersiva van çalakiyan were dayîn û bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kir.

Di 26’ê Îlonê de nêzî girava Bornholmê ya Danîmarkayê di xetên boriyên gazê yên Nord Stream 1 û 2’ê de bi giştî çar fûrandina gazê hatibû tespîtkirin.