CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rêxistina têkoşîna li dijî çekên nukleerî xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt
Xelata Aştiyê ya Nobelê, ji bo rêxistina li dijî çekên atomê ya Japon Nîhon Hîdankyo hat dayîn. -
Bahoza Mîlton: Li Florîdayê herî kêm 11 kes mirin
Li eyaleta Florîda ya DYE’yê di encama Bahoza Mîltonê de 11 kes mirin û bi mîlyonan avahî bê elektrîk man. -
Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Han Kang
Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji romannivîsa Koreya Başûr Han Kang re hat dayîn. -
Bahoza Miltonê li Floridayê gihîşt qada bejahî
Navenda Bahozê ya DYE'yê (NHC) ragihand ku Bahoza Miltonê li Floridayê ku li başûrrojhilatê DYE'yê ye gihîştiye bejahiyê. -
Li Şerîda Xezeyê bîlanço giran dibe: 41 hezar û 965 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di nava salekê de ji ber êrîşên Îsraîlê 41 hezar û 965 kes hatin kuştin. -
Bombardûmana Îsraîlê dewam dike: Fermandarê biryargehê yê Hîzbûllahê mir
Bombardûman Îsraîlê ya li ser Lubnanê bênavber dewam dike. Hate ragihandin ku Fermandarê Biryargeha Giştî ya Hîzbûllahê hatiye kuştin. -
Li gor Îsraîlê 20 hezar endamên Hamasê hatine kuştin
Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku ji destpêka operasyona bejayî ya bi ser Xezeyê heta niha 20 hazar şervanên Hamasê hatine kuştin. -
Lehî û hezazên li Hindistan û Bangladeşê: Herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku li Hindistan û Bangladeşê di encama lehî û hezazên de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Lubnanê bîlanço giran dibe
Artêşa Îsraîlê banliyoyên başûr ên Beyrûdê tevahiya şevê bi rengekî giran bombe kir. Di nava salekê de li Lubananê zêdeyî 2 hezar kes mirin. -
Wezîrê Karê Derve yê Îranê li Şamê ye
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Arakçi û şandeya pê re vê sibehê çû Şamê. -
Lubnan: Nêzî 2 hezar kes mirin, 240 hezar kes reviyan Sûriyeyê
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku hejmara mirovên ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane bûye 1974 kes. Maseya Krîzê jî diyar kir ku nêzî 240 hezar kes reviyan Sûriyeyê. -
Li Xeze û Lubnanê rewşa dawî
Li Şerîda Xezeyê di encama şerê ku ji 7’ê Cotmehê û vir de didome nêzî 42 hezar kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li Lubnanê 15 endamên Hîzbûllahê û li Xezeyê jî 3 endamên Hamasê kuştiye. Li Şamê jî şêwirmendek leşkerî yê Îranê mir. -
Bahoza Krathonê xwe gihand Taywanê
Bahoza Krathonê li başûrê Taywanê roja Pêncşemê xwe gihand bejahita welêt. Di encama bahoza dijwar de du kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. -
Li Şamê di êrîşê de zavayê Nasrallah jî di nav de 4 kes mirin
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Çarşemê di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Mazze ya Şamê de zavayê lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah jî di nav de 4 kes hatin kuştin. -
Li Lubnanê şer: 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Piştî ku Îsraîlê li ser Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir, li herêmên sînor şerekî giran destpê kir. Hate ragihandin ku di şer de 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin. -
Elmanya bang li welatiyên xwe kir ku ji Îranê derbikevin
Hikûmeta Elmanyayê piştî êrîşa Îranê ya bi moşekan li ser xaka Îsraîlê û gefên Îsraîlê, bang li welatiyên xwe kir ku ji Îranê derbikevin. -
Li Şerîda Xezeyê heta niha 41 hezar û 689 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de heta niha 41 hezar û 689 kes hatine kuştin. -
Li Lubnanê roja Sêşemê 55 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li herêmên cuda yên Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de roja Sêşemê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîzbûllahê diyar kir ku li hemberî leşkerên Îsraîlê yên hewl dan bikevin nava Lubnanê şer kirine. -
Li Cîbûtiyê du keştî noqî binê avê bûn: Herî kêm 45 koçber mirin
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku li peravên Cîbûtiyê du keştiyên koçber tê de bûn noqî binê avê bûn. Hate ragihandin ku herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îran bi moşekan êrîşî Îsraîlê kir
Li gorî nûçeyên çapemeniyê, Îran zêdetirî 100 moşek avêtin Îsraîlê. -
Bahoza Helenê: Herî kêm 130 kes mirin, 600 kes winda ne
Bahoza Helenê ya ku başûrê rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wêran kir, bû sedema mirina herî kêm 130 kesan û nêzî 600 kes jî winda ne. -
Li Îranê zêdetirî 20 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê bûn
Grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve li dijî darvekirina li Îranê hatine destpêkirin li gelek girtîgehan belav bû. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şamê de herî kêm 6 kes mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Şamê de herî kêm 6 kes mirin. -
Li Lubnanê rojekê 95 kes mirin, li bejahî 'şerekî giran' diqewime
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê yên roja Duşemê de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di lehî û hezazên li Nepalê de nêzîkî 200 kesî jiyana xwe ji dan
Hate ragihandin ku li Nepalê bi taybet jî li paytext Katmandûyê ji ber lehî û hezazan herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dane.