Li Lubnanê roja Sêşemê 55 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li herêmên cuda yên Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de roja Sêşemê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîzbûllahê diyar kir ku li hemberî leşkerên Îsraîlê yên hewl dan bikevin nava Lubnanê şer kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku roja Sêşemê jî li ser başûrê Lubnanê û Bekayê bênavber êrîş hatin kirin. Hate ragihandin ku li banliyoyên başûrê Beyrûdê 2 êrîş hatin kirin. Li gorî wezaretê, di encama êrîşan de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan, 156 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê eşkere nekir ku çend ji qurbaniyan jin û zarok bûn. Rayedarên Lubnanê di daxuyaniyê de cudahiyê naxin navbera sivîl û şervanan.

Li aliyê din Hîzbûllah a Lubnanê roja Çarşemê ragihand ku li hemberî leşkerên Îsraîlê yên hewl dan bikevin nava Lubnanê şer kirin û êrîş birin ser yekîneyên Îsraîlê yên li aliyê din ê sînor.