Li gor Îsraîlê 20 hezar endamên Hamasê hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku ji destpêka operasyona bejayî ya bi ser Xezeyê heta niha 20 hazar şervanên Hamasê hatine kuştin.

Fermandarê Artêşa Îsraîlê Peter Lerner, daxuyanî da Sky Newsê û diyar kir ku nêzî 20 hezar şervanên Hamasê hatine kuştin. Artêşê di meha Tebaxê de hejmara kuştiyan wekî 17 hezar diyar kiribû.
 
XEZE VEGUHERÎ XIRABEYEKÊ
 
Ji aliyê din ve di encama êrîşên Îsraîlê de ku ji 7’ê cotmehê û vir ve berdevam dikin, Xeze mîna xirabeyekê lê hat. Li qadên ku xanî, mizgeft, dibistan û dikan lê hebûn êdî nêzî 42 milyon tonî kavil heye.
Li gor tespîna xirabûnê ya ji aliyê UNOSAT'ê ve hat kirin ku xwe dispêre dîmenên di 3 û 6’ê îlonê de hatine tomarkirin, li Xezeyê 163.778 avahî ango ji %66’ê tevahiyê zirar dîtiye.
Di meha Nîsanê de ku zirar bi qasî niha mezin nebû, Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku wê rakirina kavilên heyî 14 salan bidome.