Li Îranê zêdetirî 20 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê bûn

Grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve li dijî darvekirina li Îranê hatine destpêkirin li gelek girtîgehan belav bû.

Li Îranê ji bo şermezarkirina darvekirinan her roja sêşemê grevên birçîbûnê tên lidarxistin. 

Grevên birçîbûnê yên di çarçoveya kampanyaya "Sêşema bê darvekirin” de her fet tê lidarxsitin û di hefteya 36’an de ye. 22 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê bûn. 

Herî dawî jî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Arakê diyar kirin ku ew ê her roja sêşemê di greva birçîbûnê de bin. 

Girtîgehên ku greva birçîbûnê ya li dijî cezayê darvekirinê lê berdewam dike wiha ne: “Girtîgeha Êvînê, Girtîgeha Qezal Hesarê, Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Girtîgeha Xurmatû, Girtîgeha Nîzam a Şîrazê, Girtîgeha Esadabad a Îsfehanê, Girtîgeha Bamê, Girtîgeha Meşhedê, Girtîgeha Lakan a Reştê, Girtîgeha Qaimşehrê, Girtîgeha Erdebîlê, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Ûrmiyeyê, Girtîgeha Selmasê, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqdeyê, Girtîgeha Seqezê, Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Kamiyaranê û Girtîgeha Arakê.”