Li Lubnanê şer: 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Piştî ku Îsraîlê li ser Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir, li herêmên sînor şerekî giran destpê kir. Hate ragihandin ku di şer de 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Hate ragihandin, li Lubnanê di şerê navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbûllahê de efserekî ji tûgaya komando jî di nav de 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Şer bi giranî li ser sînorê Îsraîlê li gundekî li bakurê bajarokê Misgav Am, gundê Odaisse û derdora Maroun el Ras ên Lubnanê yên li ser sînor qewimî.

Hîzbûllahê diyar kir ku şervanên wan li başûrê Lubnanê cîhazeke teqemeniyê teandin û komek ji leşkerên Îsraîlê birîndar bûn û mirin.

Hîzbûllahê her wiha îdîa kir ku li bajarokê Marun el Ras ê li ser sînorê Lubnanê bi roketan 3 tankên Îsraîlê Merkava îmha kir.

Artêşa Lubnanê ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser sînor bi 400 metreyî bi pêş ve çûn û 'piştî demeke kurt' vekişiyan. Bi giranbûna şer re bi sed hezaran mirovî cih û warê xwe terikandin.