Li Şerîda Xezeyê heta niha 41 hezar û 689 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de heta niha 41 hezar û 689 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de heta niha 41 hezar û 689 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ku li Şerîda Xezeyê serwer e, roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji dema destpêkirina şerê bi Îsraîlê û vir ve 41 hezar û 689 kes li Fîlîstînê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 51 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê ji 7'ê Cotmeha 2023'an dema destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 96 hezar û 625 kes birîndar bûne.