Li Lubnanê bîlanço giran dibe

Artêşa Îsraîlê banliyoyên başûr ên Beyrûdê tevahiya şevê bi rengekî giran bombe kir. Di nava salekê de li Lubananê zêdeyî 2 hezar kes mirin.

Şeva Şemiyê Îsraîlê nêzî 30 caran êrîş bir ser banliyoyên başûr ên Beyrûdê. Seranserê Beyrûdê bi teqînên li herêmê hesiya.

LI MIZGEFTÊ 21 KES HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya Parastina Sivîl a Xezeyê de hate ragihandin ku Îsraîlê êrîş bir ser mizgeftekê ku mirovên ji cih û warê xwe bûbûn tê de bûn. Hate ragihandin ku di vê êrîşa li Deyr el Belahê de 21 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîş li dijî şervanên tevgera Hamasê ya Fîlîstînê hatiye kirin.

WEZARETA TENDURISTIYÊ: ZÊDEYÎ 2 HEZAR KES MIRIN

Hikumeta Lubnanê roja Şemiyê diyar kir ku ji 8'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di 'êrîşên Îsraîlê' de yên li ser Lubnanê 2.036 kes mirin, 9.662 kes jî birîndar bûn.

HÎZBÛLLAH: ZÊDEYÎ 25 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyê din Hîzbûllahê daxuyaniyek da û ragihand ku li sînorê başûr ji bo astengkirina hewldana artêşa Îsraîlê ya bejahî hin operasyon hatin kirin û îdîa kir ku di encamê de zêdeyî 25 efser û leşkerên Îsraîlî hatin kuştin, 130 jî birîndar bûn.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 440 ŞERVANÊN HÎZBÛLLAHÊ HATIN KUŞTIN

Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuiyaniyek da û îdîa kir ku ji 'destpêkirina operasyona bejahî' û vir ve 440 şervanên Hîzbûllahê hatin kuştin. Ji dawiya meha Îlonê û vir ve Hîzbûllah têkildarî windahiyên xwe daxuyanî neda.