Bahoza Miltonê li Floridayê gihîşt qada bejahî

Navenda Bahozê ya DYE'yê (NHC) ragihand ku Bahoza Miltonê li Floridayê ku li başûrrojhilatê DYE'yê ye gihîştiye bejahiyê.

Li gorî nûçeyên medya DYE'yê, bahozê bandor li herêmeke ji nifûseke zêde ya li navenda Floridayê kiriye, ji ber bahozê dar wergeriyane, elektrîk qut bûye.

Li gorî New York Timesê, dîrektorê rêveberiya rewşa lezgîn Kevin Guthrie piraniya wan malên mobîl heta niha nêzî 125 xanî ji niha ve hilweşiyane.

NHC'ê ji bo bahozê got, "Gelekî metirsîdar e." Hate ragihandin ku bahoz li 'nêzî Siesta Key a li Sarasota County'ê gihîştiye bejahiyê.

Waliyê eyaleta başûrrojhilatê DYE'yê Ron DeSantis di civîna çapemeniyê de ji bo şêniyên herêmê got, ji bo revê êdî gelekî dereng e, lewma di dema bahozê de divê xwe li cihekî ewle bigirin.

Li gorî Serokê DYE'yê Joe Biden jî anî ziman ku welatê wan hînî van bûyerên hewayî bûye, lê belê li gel vê yekê jî Milton dibe ku bibe 'bahoza herî giran' a 'sedsalê' ya ku li Floridayê xistiye.