Bahoza Helenê: Herî kêm 130 kes mirin, 600 kes winda ne

Bahoza Helenê ya ku başûrê rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wêran kir, bû sedema mirina herî kêm 130 kesan û nêzî 600 kes jî winda ne.

Bahoza Helenê êvara Pêncşemê gihîşt bakurrojhilatê Florîdayê. Bahoza di kategoriya 4’an de ye bi pîleya 5 û di seatê de bi leza 225 km hat pîvandin. 

Bahoz dema ku di nav eyaletên Georgia û Carolînaya Bakur û eyaletên din re derbas bû wêraniyeke mezin li pey xwe hişt. 

Li gorî daxuyaniyên fermî, 57 kes li Carolîna Bakur, 29 kes li Carolinaya Başûr, 25 kes li Georgia, 14 kes jî li Florîdayê, herî kêm 130 kes jiyana xwe ji dest dan. 

Şêwirmenda Ewlekariya Hundirîn a Serokdewletê DYE’yê Liz Sherwood-Randall di daxuyaniya 30’ê Îlonê roja Duşemê de got: "600 kesên ku em agahiyê ji wan nagirin hene.”

Hin dever ji ber bahozê wêran bûne, hin dever jî hîna nikarin xwe bigihîninê. Li van deveran şebekeya telefon û elektrîkê tuneye.