Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şamê de herî kêm 6 kes mirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Şamê de herî kêm 6 kes mirin.

Li gorî SOHR’ê, danê sibê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şam û derdora wê de 3 jê sivîl 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

SOHR’ê daxuyand ku di êrîşan de du wesayît li taxa bilind a Mezzehê ku avahî û balyozxaneyên Sûriyeyê lê ye, li Şamê “bataryayên parastina hewayî yên balafirgehê" û li başûrê paytexê “derdora Kiswehê” hedef hatin girtin. 

Li gorî SOHR’ê 3 sivîl, di nav wan de rojnamevanek jî hene û çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin. 

Ajansa fermî ya nûçeyan Sana ya girêdayî hikûmeta Şamê beriya niha ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê de 3 sivîl hatine kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûne.