Lubnan: Nêzî 2 hezar kes mirin, 240 hezar kes reviyan Sûriyeyê

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku hejmara mirovên ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane bûye 1974 kes. Maseya Krîzê jî diyar kir ku nêzî 240 hezar kes reviyan Sûriyeyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hejmara qurbaniyan gihîştiye 1974 kesan ku 127 ji wan zarok, 261 jî jin bûn. Her wiha hate ragihandin ku 9 hezar û 384 kes jî birîndar bûne.

ŞÛNGIRÊ NASRALLAH HEDEF HATE GIRTIN

Sê rayedarên Îsraîlî bi şerrtê u navê wan neyê eşkerekirin ji New York Timesê re axivîn û diyar kirin ku di êrîşeke Îsraîlê de 'Civîneke lîderên payebilind ên Hîzbûllahê hedef hate girtin ku şûngirê Hasan Nasrallah, Haşim Safîeddîn jî lê bû'.

Buroya çapemeniyê ya Hîzbûllahê têkildarî mijarê ti daxuyanî neda.

Sky Newsê jî li gorî medya Îsraîlê ragihand ku ji bo tinekirina Haşim Safîeddîn bi dehan ton bombe hate bikaranîn.

Çend deqe piştî êrîşê hin rojnamevan û saziyên medyayê îdîa kirin ku ev êrîş ji 'êrîşa ku lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah kuşt hîn girîngtir bû'.

240 HEZAR KES REVIYAN SÛRIYEYÊ

Li gorî daneyên Navenda Krîzê ya Lubnanê ku di 1'ê Cotmeha 2024'an de eşkere kir, ji 23'ê Îlona 2024'an û vir ve 176.080 welatiyên Sûriyeyê û 63.373 welatiyên Lubnanê reviyan Sûriyeyê. Hate ragihandin ku bi giştî 239.453 kes reviyan Sûriyeyê.

RÊGEHA KU MIROVÊN JI BOMBARDÛMANÊ DIREVIN HATE BOMBEKIRIN

Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Alî Hamiye ji Reutersê re got, Îsraîlê êrîş bir ser herêma li nêzî deriyê sînor ê Masnaayê ku di navbera Lubnan û Sûriyeyê de ye. Hate ragihandin ku di vê herêmê de bi sed hezaran kesên ji bombardûmana Îsraîlê reviyabûn, derbasî Sûriyeyê bûbûn.

Wezîr diyar kir, di êrîşê de kratereke ji 4 metreyî fireh çêbû.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee roja Pêncşemê ragihandibû ku Hîzbûllah di ser deriyê sînor ê Masnaayê re ber bi Sûriyeyê qaçaxçitiya çekan dike. Alî Hamiye jî diyar kir ku deriyên sînor hemû di bin kontrola hikumetê de ne.