Bombardûmana Îsraîlê dewam dike: Fermandarê biryargehê yê Hîzbûllahê mir

Bombardûman Îsraîlê ya li ser Lubnanê bênavber dewam dike. Hate ragihandin ku Fermandarê Biryargeha Giştî ya Hîzbûllahê hatiye kuştin.

Banliyoyên başûrê Beyrûdê ku navenda Hîzbûllahê lê ye, di şeva duşem-sêşemê de bû hedefa êrîşên nû.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê sibeha sêşemê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, wan êrîş birine ser 'Biryargeha servîsên îstîxbaratê yên Hîzbûllahê' û di encamê de fermandarê biryargeha giştî ya Hîzbûllahê Sûheyl Huseyîn Huseynî ji holê rakirine.

Tevgera Hamasê ya Fîlîstînî jî diyar kir ku yek ji şervanên wan Mûhammed Îbrahîm Halef êvara duşemê li Tîr'ê di êrîşê de hate kuştin.

Hîzbûllahê jî diyar kir ku bi fuzeyên 'Fadî 1' li baregeha îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ya li başûrê Hafya xistin û careke din êrîş birin ser Tîberîasê ku bi 65 kîlometreyan dûr e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Duşemê di salvegera yekemîn a êrîşa herî kujer a dîroka Îsraîlê de têkoşîna li Xezeyê ya li djiî Hamasê û têkoşîna li Lubnanê ya li dijî Hîzbûllahê weke 'wezîfeyeke pîroz' pênase kir û soz da ku dewam bike.

CNN: DYE ÊDÎ AGIRBESTA BI HÎZBÛLLAHÊ RE NAXWAZE

Li gorî CNN'ê jî DYE dest ji destpêkirina peymaneke agirbestê ya navbera Îsraîl û Hîzbûllahê berdaye, li şûna vê jî hewl dide ku operasyonên Îsraîlê yên li Lubnanê û bersivdana ku plan dike bide Îranê bi sînor bike.

Rayedarên DYE'yî îdîa kriin ku bandora Emerîkayê li ser tercîhên Îsraîlê kêm e û ragihandin ku rêveberiya Joe Biden bi fikar in ku bi van operasyonan li Lubnanê şerekî mezin û demdirêj pêk were.

Yek ji rayedaran ji qenaleke Emerîkî re axivî û got, "Em nikarin wan bisekinînin, lê belê em dikarin hewl bidin ku diyar bikin bê ev yek bişibe çi."