Li Şerîda Xezeyê bîlanço giran dibe: 41 hezar û 965 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di nava salekê de ji ber êrîşên Îsraîlê 41 hezar û 965 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Şerîda Xezeyê roja Sêşemê li ser bîlançoya nû ya şer daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji dema destpêkirina şer û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser xaka Fîlîstînê 41 hezar û 965 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 56 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an dema destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 97 hezar û 590 kes jî birîndar bûn.

Piştî şerê salekê Şerîda Xezeyê veguheriye mîna xirbeyekî. Li gorî rêxistinên herêmî û navneteweyî gel ji ber birçîbûnê û mayina li binê konan ji aliyê fîzîkî ve bêzar bûye. Her wiha tê gotin, zexteke giran a psîkolojîk li ser nifûsa Xezeyê heye.