Li Xeze û Lubnanê rewşa dawî

Li Şerîda Xezeyê di encama şerê ku ji 7’ê Cotmehê û vir de didome nêzî 42 hezar kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li Lubnanê 15 endamên Hîzbûllahê û li Xezeyê jî 3 endamên Hamasê kuştiye. Li Şamê jî şêwirmendek leşkerî yê Îranê mir.

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê, diyar kir ku hejmara kuştiyên li herêmên Filîstînê ji destpêka şerê bi Îsraîlê û vir ve bûye 41 hezar û 788 kes.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 99 kes mirine, 96 hezar û 794 kes jî birîndar bûne.

ÎSRAÎL: BERIYA 3 MEHAN LI XEZEYÊ SÊ RÊVEBERÊN PAYEBILIND ÊN HAMASÊ HATIN KUŞTIN

Artêşa Îsraîlê ragihand, ku sê meh berê wan 3 rêveberên payebilind ên Hamasê kuştine. Artêşê ragihand ku di encama êrîşa leşkerî û îstixbaratî yên hevbeş de, serokê hikûmeta Hamasê yê li Şerîda Xeze Ruhî Maştaha, berpirsyarê darayî yê buroyê siyasî û komîteya rêveber a Hamasê Sameh Alsarj û fermandarê alavên ewlehiya giştî yê Hamasê Samî Odeh hatin kuştin. 

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser X’yê de got, "Ev her sê rêveberên payebilind ên Hamasê li Şerîda Xezeyê xwe vedişartin."

LI ŞAMÊ ŞÊWIRMENDEK LEŞKERÎ YÊ ÎRANÊ HAT KUŞTIN

Li gorî nûçeya Reutersê, şêwirmendê Hêzên Parastina Şoreşa Îslamî yê Îranê, piştî ku roja Duşemê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî paytexta Sûriyê Şamê de bi giranî birîndar bû, mir. Tora Nûçeyên Xwendekarên Îranê jî navê şêwirmend Mecîd Dîwanî parve kir. 

Roja Sêşemê medyaya girêdayî hikûmeta Şamê, ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Şamê de 3 sîvîl hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne. 

LI BEYRÛTÊ HERÎ KÊM 9 KES MIRIN

Di encama êrîşa Îsraîlê ya şeva di navbera Çarşemê û Pêncşemê de ya li dijî herêma Başûra ya li navenda Beyrûdê de herî kêm 9 kes hatin kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama vê êrîşê de 14 kes jî birîndar bûne. 

DI ÊRÎŞA ROJA ÇARŞEMÊ DE 15 ENDAMÊN HÎZBÛLLAHÊ HATIN KUŞTIN

Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, şeva Çarşemê avahiya Hîzbûllahê ya li navçeya Bînt Cebel a li başûrê Lubnanê kir hedef.

Artêşa Îsraîlê, ragihan ku êrîş bi armanca îmhakirina "çekên di avahiyê de hatine depokirin û ji aliyê endamên rêxistinê tên bikaranîn" hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku 15 şervanên Hîzbûllahê hatine kuştin. 

HÎZBÛLLAH: PÊŞDEÇÛNA ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ HAT RAWESTANDIN

Hîzbûllaha roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku wan pêşdeçûna artêşa Îsraîlê ya li ser sînorê başûrê Lubnanê rawestandine.

LI LUBNANÊ JI BO VALAKIRINA 25 DEVERÊN NIŞTECIHBÛNÊ FERMAN HAT DAYÎN

Demeke kurt beriya saet 13:00'an artêşa Îsraîlê, ji bo valakirina 25 cihên niştecihbûnê yê li başûrê Lubnanê hişyariyên nû şand û ji welatiyan xwest ku berê xwe bidin bakurê çemê Avali yê li bakurê Saydayê.