Rêxistina têkoşîna li dijî çekên nukleerî xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt

Xelata Aştiyê ya Nobelê, ji bo rêxistina li dijî çekên atomê ya Japon Nîhon Hîdankyo hat dayîn.

Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê Jorgen Watne Frydnes, ragihand ku Nîhon Hîdankyo "ji ber hewldanên xwe ya cîhanek bêyî çekên nukleerî û ji ber bi rêya şahidan îspat kiriye ku divê careke din çekên nukleerî neyên bikaranîn, xelata aştiyê wergirtiye.”

Komîteya Nobelê dema ku xelat da, di heman demê de hişyarî da ku divê helwesta hişk a ji bo bikarneanîna çekên nukleerî neyê lawazkirin.

Serokê Komîteya Nobelê got, "Nêzî 80 sal in di ti şerî de çekên nukleerî nehatine bikaranîn" û wiha pê de çû, "Ji ber vê yekê mirov dibîne ev tabûya li dijî bikaranîna çekên nukleerî îro di bin zextê de ne û ev yek jî fikaran çêdike.”

Nihon Hîdankyo, beriya 68 salan di 10’ê Tebaxa 1956’an de hat avakirin.

Hevserokê Nihon Hidankyo Toshiyuki Mimaki ji ber hêjayî xelatê hatiye dîtin, hestên xwe parve kirin. Toshiyuki Mimaki bi çavên tejî rondik ji rojnamevanan re wiha got: "Min qet xeyal nedikir ku ev yek pêk were.”

Xelata Aştiyê ya Nobelê ku bi 11 mîlyon kronê Swêdiye (bi qasî mîlyonek Euro), wê li Osloyê di 10'ê Kanûnê roja rojbûna Alfred Nobel de, bê dayîn.