Îran bi moşekan êrîşî Îsraîlê kir

Li gorî nûçeyên çapemeniyê, Îran zêdetirî 100 moşek avêtin Îsraîlê.

Piştî ku hêzên bejahî yên Îsraîlê li dijî milîsên Hîzbûllahê yên li Lubnanê dest bi operasyonan kirin, Îran jî êrîşî Îsraîlê kir.

Li gorî nûçeyên çapemeniyê, zêdetir 100 moşek hatin avêtin. Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Hagarî bang li gel kir ku bistirin herêmên ewle.

Li gorî şahidekî ajansa nûçeyan a Reutersê, moşekên ku Îranê ber bi Kudusê ve avêtine, li qada hewayî ya Urdunê hatine rawestandin.

Artêşa Îsraîlê bi şev bi leşkerên bejahî kete Lubnanê. Îsraîl ragihandibû ku li dijî binesaziya milîsên Hîzbûllahê yên li gundên nêzî sînor, operasyon daye destpêkirin.