Li Şamê di êrîşê de zavayê Nasrallah jî di nav de 4 kes mirin

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Çarşemê di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Mazze ya Şamê de zavayê lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah jî di nav de 4 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya SOHR'ê de hate gotin, "Di êrîşa li ser daîreyeke apartmanê de ya li taxa Mazzeyê ku lîderên Hîzbûllah a Lubnanê û Muxafizên Şoreşê yên Îranê timî serdana wir dikirin, bû hedefa êrîşa Îsraîlê. Di êrîşê de zavayê Hasan Nasrallah, Hasan Cafer el Kasir, jineke ciwan, endamekî Hîzbûllahê û kesekî nasnameya wî diyar nebû bi giştî çar kes mirin."

Çavkaniyekî nêzî Hîzbûllahê ji AFP'ê re axivî û got, Hasan Cafer El Kasir birayê Cafer El Kasir bû ku ji veguhestina çekan a ji Îranê ber bi Lubnanê berpirsyar bû. Îsraîlê roja Sêşemê ragihandibû ku di êrîşeke li quntarê başûr ê Beyrûdê de Cafer El Kasir hatiye kuştin.

Li herêma Mazze ya luks, ofîsên mîsyonên dîplomatîk û Neteweyên Yekbûyî lê ne.