Elmanya bang li welatiyên xwe kir ku ji Îranê derbikevin
Hikûmeta Elmanyayê piştî êrîşa Îranê ya bi moşekan li ser xaka Îsraîlê û gefên Îsraîlê, bang li welatiyên xwe kir ku ji Îranê derbikevin.
Hikûmeta Elmanyayê piştî êrîşa Îranê ya bi moşekan li ser xaka Îsraîlê û gefên Îsraîlê, bang li welatiyên xwe kir ku ji Îranê derbikevin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de ji welatiyên Elmanyayê hate xwestin ku Îranê biterikînin.
Her wiha Berlînê ji welatiyên xwe xwest ku geştên xwe yên ber bi Îranê ve betal bikin.
Îranê roja 1’ê Cotmehê 180 moşek avêtin Îsraîlê. Li gorî rayedarên Îsraîlî, di êrîşê de 2 kes birîndar bûn û hin ziyan çêbûn.
Dewleta Îsraîlê jî piştî êrîşê gefa bersivdanê xwar.