Di lehî û hezazên li Nepalê de nêzîkî 200 kesî jiyana xwe ji dan

Hate ragihandin ku li Nepalê bi taybet jî li paytext Katmandûyê ji ber lehî û hezazan herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tevî beşên Nepalê yên rojhilat û navîn jî hemû erêmên paytext Katmandûyê ji roja Înê ve ye di bin avê de ne.  Di rêya navbera Katmandû û deverên din de xisarên mezin çêbûne.

Li gorî rayedaran 192 kesan jiyana xwe ji dest dane û hê jî 30 kes winda ne.

Berdevkê  Wezareta Karên Hundirîn got: ‘’ Armanca me ya sereke ew e ku kesên di rêyan de asê mane jî di nav de, em xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pêk bînin.’’

Li gorî agahiyên Dîreya Hîdrolojî û Meteorolojiyê jî ji roja Înê heya roja Şemiyê zêde baran bariye.

Îstasyoneke li balafirgeha Katmandûyê da zanîn ku 240 mîlîmetre baran bariye ku ev hejmar weke rekora ji sala 2022’yan heya niha tê pênasekirin.

Baranên mûsonê yên ji meha Hezîranê heya Îlonê didomin, her sal li Asyaya Başûr dibin sedema mirin û xisarên mezin ku di salên dawîn de hejmara lehî û hezazan zêdetir bûye.

Pispor radigihînin ku guherîna avûhewayê rê li ber zêdebûn û dijwariya van lehiyan vedike.