Bahoza Mîlton: Li Florîdayê herî kêm 11 kes mirin

Li eyaleta Florîda ya DYE’yê di encama Bahoza Mîltonê de 11 kes mirin û bi mîlyonan avahî bê elektrîk man.

Waliyê eyaleta Başûr-rojhilatê DYE’yê Ron DeSantîs got, "Bahoz girîng bû, lê baş e ku senaryoya herî xerab pêk nehatiye."

Li gorî agahiyên rayedarên herêmî herî kêm hejmara miriyan bûye 11 kes: Li eyaleta St Lûcîa County’ê 5, li eyaleta Volûsîa County’ê 3, li bajarê St Petersbûrgê 2 û li Tampa jî kesek jiyana xwe ji dest dane. 

Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Alejandro Mayorkas jî got, qûrbanî ji ber babilîska rabûyî pêk hatine.

Bahoza Mîlton, piştî ku êvara Çarşemê li bejahiyê ket Florîdayê ji rojava ber bi rojhilatî ve paqij kir. Nêzî du hefte berê ji xwe bahoza Helene li herêmê xistibû û xisareke mezin li herêmê rû dabû.

Li gorî walî, zêdeyî 3,1 mîlyon avahî li gelemperiya Florîdayê bê elektrîk mane.

Li gorî Navenda Bahozê ya Emerîkayê (NHC), her çend bahoz ji nîvgiravê derketibe jî, li ser Florîdaya Navîn û Rojhilatê Emerîkayê bayeke xurt û "barana zêde" hildiberîne.

Serokê DYE’yê Joe Bîden, êvara Çarşemê hişyariya Mîlton wê bibe "yek ji bahozên herî hilweşîner a sedsalê ku li Florîdayê xistiye."