Bahoza Krathonê xwe gihand Taywanê

Bahoza Krathonê li başûrê Taywanê roja Pêncşemê xwe gihand bejahita welêt. Di encama bahoza dijwar de du kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Beriya ku bahoz xwe bigîhîne bejahiyê baraneke dijwar bariya bayekî xurt çêbû. Îdareya Meteorolojiyê ya Taywanê di peyameke xwe de got: ‘’Bahoza Krathonê îro di derdora saaet 12.40’an de xwe gihand herêma Xiaogang a Kaohsiungê.’’

Ofîs û dibistanên li giravê ji roja Çarşemê ve ye girtî ne û ji welatiyên bajarê Kaohsiungê hate xwestin ku derbasî stargehan bibin.

Pisporên meteorolojiyê roja Pêncşemê ji telefonên welatiyan re peyam avêtin û hişyarî dan ku ‘’wê li  vê herêmê bayên xurt pêk werin û ji welatiyan xwestin ku ew  derbasî stargehan bibin’’.

Dema ku bahozê xwe gihand bejahiyê bû sedema baran û bayê xurt. Her wiha bahoz bû sedem ku trafîka hewayî were were sikanin û hemû seferên nava welêt werin betalkirin. Li gorî rayedaran  ji ber bahozê ceyrana 55 hezar xaniyan qût bûye.

Li Taywanê bayên mezin ên Tropîkal  ji meha Tîrmehê heya Cotmehê bi awayekî xurt pêk tên. Lê belê ligorî lêkolînekê hate tespîtkirin ku ji ber uherîna avûhewayê  ev bahoz li nêzî bejahiyê rû didin, di demeke kurttir de dijwar dibin û piştî xwe digihînin bejahiyê zêdetir dewam dikin.

Di meha Tîrmehê de Bahoza Gaemiyê li herêma Kaohsiungê bûbû sedema lehîyan û mirina deh welatiyan.  Ev bahoz bûbû sedema barana tavî ya zêde û di encamê de li Çînê 50 û li Fîlîpînê jî herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.