Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Han Kang

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji romannivîsa Koreya Başûr Han Kang re hat dayîn.

Di daxuyaniya jûriya Nobelê de hate ragihandin ku nivîskar Han Kang ji ber helbest, çîrok û romanên xwe yên bi Koreyî bal kişandiye ser travmayên dîrokî û nazikiya jiyana mirov hêjayî xelatê hatiye dîtin. 

Han Kang li gel nivîsên xwe, ji bo huner û muzîkê jî kedek mezin daye û ev yek di hemû berhemên wê yên wêjeyî de xwe dide der. 

Nivîskara 53 salî ku keça nivîskar Han Sung-won e, di sala 2024'an de hêjayî xelata Emile-Guimet a Wêjeya Asyayê hatibû dîtin.

Han Kang bi romana xwe ya bi navê "The Vegetarian" (2007) cara yekem derket pêş. 

Sala bihurî nivîskarê lîstikvaniyê Norwecî Jon Fosse ev xelata wêjeyî ya bi prestîj wergirtibû.