Lehî û hezazên li Hindistan û Bangladeşê: Herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li Hindistan û Bangladeşê di encama lehî û hezazên de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ofîsa serokatiya herêmî ya li eyaleta Meghalaya ya li bakurrojhilatê Hindistanê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji roja Înê heya niha ji ber lehî û hezazan herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û zirarên mezin pêk hatine. 

Li gorî wezaretê karesatan li Bangladeşê baranên zêde bûne sedem ku asta avê bilind bibe û ji roja Şemiyê heya niha jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Li gorî heman çavkaniyê jî herî kêm 20 hezar kes neçar mane ku xaniyên xwe biterikînin. Rayedarên wezaretê dan zanîn ku avên lehiyê vedikişin. 

Her wiha di meha Îlonê de jî li Nepala li bakurê Hindistanê di encama lehî û hezazan de herî kêm 225 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û ev yek jî bûbû sedem ku asta ava çemên ji Hindistan û Bangladeşê derbas dibin, bilindtir bibe.

Li Asyaya Başûr di demsala mûsonê de gelekî lehî û hezazên mezin pêk tên. Pispor jî sedema zêdebûn û dijwarbûna van weke guherîna avûhewayê nîşan didin û têkildarî vê yekê hişyariyan didin.