CÎHAN
Hemû Nûçe
-
PCF: Êrîşên dewleta Tirk nikarin Kurdan bitirsînin
Partiya Komunîst a Fransayê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nikarin Kurdan bitirsînin. -
Çalakvanên Iraqî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê şermezar kirin
Nûnerên Komîteya Navendî ya Organîzekirina Xwepêşandanên Iraqê, li Bexdayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û hişyarînameyek radestê rayedarên Tirkiyê yên li navenda pêdana vîzeya Tirkiyê ku weke sefaretxane dixebite kirin. -
Li mizgefteke Şîeyan a Efganistanê teqînek pêk hat, herî kêm 10 kes mirin
Li bajarê Mazar-e-Şerîf ê bakurê Efganistanê di encama teqîna li mizgefteke Şîeyan de herî kêm 10 kes mirin. -
Pûtîn ragihand ku Marîûpol bi dest xistine
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku wan bajarê bendergehê yê stratejîk Marîûpol bi dest xistine. -
Li Fîlîpînê 224 kesan ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan
Bahoza Megiyê ya tropîkal li Fîlîpînê dabû. Di vê bahozê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, bû 224. -
Wezareta Derve ya Iraqê dubare hişyarî da Tirkiyê ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku wan daxuyaniya Erdogan ya “Em bi hevkariya hikumeta Iraqê vê tevgerê didin meşandin” derewand û careke din hişyarî da Tirkiyê ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne. -
Çîn peymanên qedexekirina xebitandina bi zorê îmze kir
Meclisa Çînê peymanên navneteweyî yên qedexekirina xebitandina bi darê zorê erê kir. -
Parlamenta Fînlandiyayê nîqaşê li ser endametiya NATO'yê dike
Parlamenta Fînlandiyayê ji bo "Parastineke baş a li hemberî êrişeke gengaz a Rûsyayê" nîqaşê li ser endametiya NATO'yê dike. Tê payin ku bibe endam. -
Li Srî Lankayê krîza dîrokî: Derketina derve hate qedexekirin
Li Srî Lankayê krîza ekonomîk kûrtir dibe û ji ber ku protestoyên li hemberî hikumetê zêde dibe, li welat derketina derve hate qedexekirin. -
Ji Kîevê re balafirên şer hate dayin
Pentagonê ragihand ku Ûkraynayê ji bo hêzên xwe yên hewayî xurt bike balafirên şer û parçeyên balafiran standiye. Li ser hejmara balafiran û welatên ku jê kirî ne, agahî nehate dayin. -
Komkara Erebî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bertek nîşan da
Serokê Komkara Erebî Ehmd Ebûl Xît êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê şermezar kir û êriş weke binpêkirina serweriya Iraqê û navdewletî pênase kir. -
Iraqê hişyarî da Tirkiyê: Hêzên xwe ji Iraqê vekişîne
Wezareta Karûbarên Derwe ya Iraqê bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û ragihand ku divê Tirkiye bi fermî hêzên xwe ji xaka Iraqê vekişîne û hurmetê nîşanî serweriya Iraqê bide. -
Li dibistana zarokên mêr a li Kabûlê sê teqîn
Li paytexta Efganistan Kabûlê, li taxeke ku şêniyên wê bi giranî Hazara yên Şîa ne, li dibistaneke zarokên mêr li pey hev sê teqîn çêbûn. -
Li gorî Îranê DYE peymana nukleerî dereng dixîne
Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ew ji peymana nukleerî dûr ketine û bertek nîşan da ku ji derengmayînê Emerîka berpirsyar e. -
Li Efrîkaya Başûr 10 hezar leşker ji bo karesata lehiyê hatin wezîfedarkirin
Li Efrîkaya Başûr, hejmara mirovên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 443 kesî. Bi deh hezaran mirov bêmal man û xisareke giran li binesaziyê bû. Hikumetê 10 hezar leşker ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kir. -
Li Swêdê provokasyonên rastgiriya tund: 26 kes hatin destgîrkirin
Li Swêdê, rastgirên tund ên ji bo şewitandina Quranê daketin kolanan û polîsan şer kirin. Di encamê de 26 kes hatin destgîrkirin. -
Di êrişên Pakistanê de li Efganistanê 50 kes mirin
Di êrişên artêşa Pakistanê de yên li ser rojhilatê Efganistanê derdora 50 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Rûsya: Me balafira ku çek dibir Ukraynayê xist xwarê
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan balafireke ku ji welatên rojavayî barê çekan dibir Ukraynayê xistine xwarê. -
Koreya Bakur sîstema nû ya çekê ceriband
Koreya Bakur di çarçoveya "zêdekirina kapasîsteya parastinê û hêza şerê nukleerî" ceribandineke nû ya leşkerî kir. -
Rûsya: Hema bêje temamî Marîûpol ketiye destê me
Rûsyayê ragihand ku hema bêje temamiya bajarê Marîûpolê yê Ûkraynayê ku xwedî taybetmendiyeke stratejîk e, xistiye destê xwe. -
Perû dixwaze bi 'xesandina kîmyewî' kesên dest diavêjin zarokan ceza bike
Serokkomarê Perûyê Pedro Castillo diyar kir ku hikumeta wî dixwaze cezayê 'xesandina kîmyewî' li kesên dest diavêjin zarokan, bibire. -
Artêşa Nîjeryayê êrişeke hewayî bir ser DAÎŞ'ê: Bi dehan çete hatin kuştin
Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê ragihand ku li Dewleta Îslamê ya Efrîkaya Rojava xistine ku bi ser çeteyên DAÎŞ'ê ve ne û di encamê de zêdeyî 70 'terorîst' kuştine. -
5 milyon kes ji Ûkraynayê reviyane
Li gorî Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka şerê Ukraynayê ku di 24’ê Sibatê de destpê kir, derdora 5 mîlyon kes welatê xwe terikandine. -
Li Efrîkaya Başûr lehî: 400 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Efrîkaya Başûr bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Mescîd-Aksayê şer: Herî kêm 100 kes birîndar bûn
Li Girê Perestgehan a Mescîd-î Aksa ya Qudûsê di navbera çalakvanên Filîstînî û polîsên Îsraîlê de şer çêbû. Herî kêm 100 kes birîndar bûn.