Koreya Bakur sîstema nû ya çekê ceriband
Koreya Bakur di çarçoveya "zêdekirina kapasîsteya parastinê û hêza şerê nukleerî" ceribandineke nû ya leşkerî kir.
Koreya Bakur di çarçoveya "zêdekirina kapasîsteya parastinê û hêza şerê nukleerî" ceribandineke nû ya leşkerî kir.
Ceribandina sîstema nû ya çekê di bin çavdêriya lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn de pêk hat.
Li gorî medya dewletê ev ceribandin "ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê û hêza şerê nukleerî" hate kirin.
Hate ragihandin ku ceribandin bi rengekî serketî hatiye kirin, lê nehate eşkerekirin ku li ku derê û kengî hatiye kirin.
Koreya Bakur li gel pêkanînên DYE'yê jî îsal gelek ceribandinên leşkerî kir. Yek ji van jî ceribandina fuzeya balîstîk a navbera parzemînan bû ku meha derbasbûyî hate ceribandin.