Parlamenta Fînlandiyayê nîqaşê li ser endametiya NATO'yê dike

Parlamenta Fînlandiyayê ji bo "Parastineke baş a li hemberî êrişeke gengaz a Rûsyayê" nîqaşê li ser endametiya NATO'yê dike. Tê payin ku bibe endam.

Rûsyayê hişyarî dabû ku Fînlandiya yan jî cîranê wê Swêdê eger bibin endamên NATO'yê, wê hêza nukleerê ya li herêma Baltikê bê xurtkirin.

Li gel vê hişyariyê jî Parlamenta Fînlandiyayê roja Çarşemê dest bi nîqaşên li ser endametiya NATO'yê dike.

Tê payin ku parlament biryareke bi lez bide. Serokwezîra Sosyal Demokrat Sanna Marîn hefteya derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava çend hefteyan de wê biryar bê dayin.

Li parlamenta ku 200 endamên xwe hene, tê payin ku piraniya endaman deng ji bo endametiya NATO'yê bidin. Her wiha tê payin ku heta havînê dengdan bê kirin.

Li gorî nûçeyên medya Fînlandiyayê nêzî 100 wekîl wê ji bo endametiyê dengê xwe bidin, tenê 12 kes li ber vê yekê radibin. Yên din jî di encama nîqaşan de wê helwesta xwe diyar bikin.

Fînlandiya piştî bidawîbûna Şerê Sar û sala 1995'an bû endamê Yekîtiya Ewropayê, dawî li "bêalîtiya xwe" anî, lê belê tenê hevkarî bi NATO'yê re kiribû.

Di navbera Fînlandiya û Rûsyayê de sînorekî ji 1300 kîlometreyî heye. Li gorî belgeyeke ku pêşkêşî parlamentê hate kirin, tevlîbûna li nava NATO ya ku ji 30 endaman pêk tê, li hemberî êrişeke gengaz a Rûsyayê wê bibe 'hêzeke mezin a jêvegerandinê'.

Li gorî anketan ji 5.5 milyon Fînlandiyan nêzî du ji sê paran alîgirê nedametiyê ne.

Li Swêdê jî nîqaş li ser endametiya NATO'yê tê kirin. Beriya niha bi çend hefteyan lîderê rastgiriya tund ê Swêdê Jîmmîe Akesson li dijî nîqaşkirina endametiya li NATO'yê derdiket. Akesson 9'ê Nîsanê daxuyaniyeke berevajî da û diyar kir ku eger Fînlandiya biryara endametiya NATO'yê bide wê piştgiriyê bide endametiya Swêdê.

Gelek analîst di wê baweriyê de ne ku endametiya Fînlandiya û ya Swêdê dibe ku bigihêje civîna bilind a NATO'yê ku wê dawiya Hezîranê li Madrîdê pêk were.