Çalakvanên Iraqî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê şermezar kirin

Nûnerên Komîteya Navendî ya Organîzekirina Xwepêşandanên Iraqê, li Bexdayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û hişyarînameyek radestê rayedarên Tirkiyê yên li navenda pêdana vîzeya Tirkiyê ku weke sefaretxane dixebite kirin.

Di saetên nîvro de li ber navenda vîzeyên Tirkiye ji aliyê nûnerên Komîteya Navendî ya Rêxistinên Xwepêşandanên Iraqê ve çalakiyek nerazîbûnê li dijî êrişên dewleta Tirk hat lidarxistin.

Di çalakiyê de hat xwestin dewleta Tirk dawî li dagirkeriya xwe bîne û hat gotin, gelên Iraqê binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê qebûl nakin.

Di çalakiyê de yek ji çalakvanan daxwazname xwend ku tê de hatibû gotin, “Em wek nûnerên Komîteya Navendî ya Organîzekirina Xwepêşandanên Iraqê li ser navê hemû nûnertiyên me yên parêzgehên din ên Iraqê li ber vê navenda dewleta Tirkiyê kom bûne da ku nerazîbûna gelê Iraqê ya li hemberî wan êrişên ku dewleta Tirk a digirker pêk tîne ragihînin. Niha nerazîbûna xwe radigihînin aliyên pêywendîdar ên dewleta Tirk.”

‘RÊVEBERÊN SERÎ TEWANDÎ Û GEMAR NIKARIN PÊŞIYA ME BIGIRIN’

 Di dewamê de wî nûnerî diyar kir, “Ji bo wan ên ku nûnertiya dîplomasiya dewleta Tirk ya li xaka Iraqê dikin re dibêjin, em wek nûnerên gelê Iraqê belgeya nerazîbûnê têkildarê destdirêjiyên we yên dawî yên li ser serweriya Iraqê pêşkêşî we dikin û ji we dixwazin ku rêzê li prensîba cîrantî bigirin. Di heman demê de em di çarçoveya acizbûna gel de we hişyar dikin ku eger hûn binpêkirinên xwe li ser xaka Iraqê bidomînin, wê rêveberên serî tewandî û gemar ên Iraqê nikarin pêşiya me bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin ku ti aliyeke terorîstî di nav xaka Iraqê de nîne û divê dest ji wê siyaseta xwe berdin.