PCF: Êrîşên dewleta Tirk nikarin Kurdan bitirsînin

Partiya Komunîst a Fransayê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nikarin Kurdan bitirsînin.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema ku Rûsyaya Pûtîn sûcên şer ên li Ukraynayê zêde dike, hevtayê wî yê dawî Erdogan, di bin siya çapemeniyê de dest bi êrîşeke din a bi xwîn a li dijî stargehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Iraqê kir. Zalimê Enqereyê, yê ku welatê xwe xistiye nava krîzê piştî demeke kurt ji bo ku hestên neteweperestiyê li dijî gelê Kurd sor bike, bi awayekî xeternak her tiştî dike.”

'KURDAN TU CARÎ SERÎ NETEWANDİN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman:

“Ji aliyekê ve ku bombebarana hêzên hewayî û topxaneyên Tirkiyê li ser xaka Iraqê zêde dibin, yekîneyên dagirker derketin holê. Hikûmeta Bexdayê ev kiryara şer weke binpêkirina serweriya welat û tehdîdkirina ewlehiya welat şermezar kir.

Sefaretxaneya Tirkiyê li Bexdayê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye gazîkirin, hatiye agahdarkirin ku heta ku lihevkirina di navbera Tirkiyê û komên cîhadî yên bi qasê ku li bakur aktîf be, divê Stenbol demildest dest ji kiryarên xwe ya leşkerî ku encama wan nediyare berde. Her wiha eşîra bi serokatiya Mesrûr Barzanî bi awayekî aktîf di vê operasyonê de hevkariyê dike. Ev rewş hêrsa bi milyonan Kurdên ku bi yekîtî û aştiyê ve girêdayî ne, bilind kiriye.

Lê ev operasyona leşkerî ku bêîstiqrariya herêmê zêdetir dike mehkûmî têkçûnê ye, ji ber ku ti rêbazeke leşkerî ji vê pirsgirêkê re nabe çareserî.

Ne zilm, ne girtina hilbijartiyan û xebatkarên partiyên siyasî, ne êşkence, ne binpêkirina giştî ya mafê dengdanê, ne jî xwestina qedexekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tu carî serî li ne Kurd û ne jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê daye tewandin.

R.T. Erdoganê ku heta çend meh berê bi her kesî re pirsgirêkên xwe hebû, ji nişka ve xwe wek navbeynkar di krîza Ukraynayê de nîşan dide. Lê belê tu kes bi durûtiya wî nayê xapandin.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî şervanên azadiyê yên Kurd şermezar dike û ji hikûmeta Fransa û Yekîtiya Ewropayê daxwaz dike ku 'cot standardiyiya xwe' bişkînin û êrîşên Erdogan ên li Iraqê nepejirînin."