Li Srî Lankayê krîza dîrokî: Derketina derve hate qedexekirin

Li Srî Lankayê krîza ekonomîk kûrtir dibe û ji ber ku protestoyên li hemberî hikumetê zêde dibe, li welat derketina derve hate qedexekirin.

Srî Lanka ya ku di sala 1948’an de serxwebûna xwe bi dest xistibû û di dîroka xwe de krîza ekonomîk a herî giran dijî. Hikumetê diyar kir deynê wan ê ji bo derve 51 milyar dolar e. 

Hikumet hewl dide ji IMF’ê 3 an jî 4 milyar dolaran werbigire.

Bi kûrbûna krîzê re çalakiyên protestoyê jî zêde dibin. Roja Sêşemê di çalakiyên protestoyê de kesek mir.

Li gorî polîsan 11 jê polîs herî kêm 29 kes jî birîndar bûn. Piştî van protestoyan li welat derketina derve hate qedexekirin.

Hikumetê soz da ku ew ê derbarê polîsên ku li hemberî çalakvanan êrişên giran dike, wê lêpirsînê bide destpêkirin.

BIHABÛNEKE MEZIN HEYE

Piştî ku mazot ji sedî 65 biha bû wê îro jî heqê rê ji sedî 35 zêde bibe. Heqê nan ji sedî 30 zêde bû. Ji bo protestokirina van bihabûnan, banga greva giştî hate kirin.

Li Kolomboyê ya ku paytext e, ji bo ku serokkomar Gotabaya Rajapaksa îstîfa bike, çalakvanan dora Ofîsa Serokkomariyê girtine.