Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji Kîevê re balafirên şer hate dayin

Pentagonê ragihand ku Ûkraynayê ji bo hêzên xwe yên hewayî xurt bike balafirên şer û parçeyên balafiran standiye. Li ser hejmara balafiran û welatên ku jê kirî ne, agahî nehate dayin.

Berdevkê Pentagonê John Kîrby ragihand ku ji Ûkraynayê re balafirên şer û parçeyên balafiran hatine dayin.

Hefteya derbasbûyî jî Serokê DYE'yê Joe Bîden ragihandibû ku topên obusê ji Ûkraynayê re hatiye şandin.

Çek û amûrên çekan herî dawî piştî ku Rûsyayê li herêna Donbassê dest bi operasyoneke nû kir, radestî Ûkraynayê hate kirin.

Halbûkî meheke dewletên Rojavayî red dikirin ku çekên giran bidin Ûkraynayê.

Kîrby di daxuyaniya çapemeniyê de got, "Îro di destê Ûkraynayiyan de li gorû du hefte beriya niha hîn bêhtir balafirên şer hene."

Tê texmînkirin ku balafirên hatine dayin balafirên Rûs Mig-29 e ku Kîev ji destpêka şer ve dixwaze. Beşeke ji welatên li Rojhilatê Ewropayê xwedî van balafirane.

Polonyayê ji destpêka meha Adarê ve pêşniyar kiribû ku di ser baregeheke Emerîkî re van balafiran radest bike, lê belê DYE li ber rabûbû.