Li Efrîkaya Başûr lehî: 400 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Efrîkaya Başûr bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin lehiya li Efrîkaya Başûr pêk hatiye, yek ji lehiya herî xedar e.

Lehiyê bêtir li herêma Dûrban a li peravê rojhilat da. Hate ragihandin heta niha 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Departmana Karên Keleporî û Hevkariyê ya Eyaleta Kwazûlû-Natalê diyar kir lehiyê bandor li 40 hezar kesan kiriye û got “Mixabin hejmara miriyan zêde dibe.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 395 kesan jiyana xwe ji dest dane.