Di êrişên Pakistanê de li Efganistanê 50 kes mirin

Di êrişên artêşa Pakistanê de yên li ser rojhilatê Efganistanê derdora 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021'ê de desthilatdarî xiste destê xwe, li ser sînor rageşiya navbera herdu welatan zêde bû.

Pakistan ji rêveberiya nû ya Efgan dixwaze ku li dijî komên ji xaka wan êriş dikin 'tedbîrên tund' werbigire.

Li gorî Îslamabadê komên çekdar ên mîna Tehrîk-î Talîban Pakistan (Tevgera Talîbanê ya Pakistanê) ji xaka Efgan êrişan dikin.

Di heman demê de ev koma ku weke Talîban a Pakistanê tê pênasekirin ji Talîban a li Efganistanê re cuda jî be, xwedî heman îdeolojiyê ne. Talîban a Pakistanê hem li Efganistanê hem jî li Pakistanê xwedî endamane.

Li gorî midûrê çand û ragihandinê yê bajarê Host ê Efganistanê Şabîr Ahmed Osmanî ku agahî da AFP'ê li herêma Dûrandê ya wîlayeta Hostê di êrişên hewayî yên hêzên Pakistanê de piraniya wan jin û zarok 41 sivîl hatin kuştin, 22 jî birîndar bûn.

Du rayedarên cuda yên li wîlayeta Hostê jî heman bîlanço piştrast kirin. Rayedarekî din ê Efgan diyar kir ku li wîlayeta Kûnarê ya cîran jî 6 kes hatine kuştin. Hate ragihandin ku êrişa li Kûnarê bi helîkopterê hatiye kirin û li dijî çar gundan pêk hatiye. Rayedar got, "Tenê li malên sivîlan hate xistin."