Wezareta Derve ya Iraqê dubare hişyarî da Tirkiyê ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku wan daxuyaniya Erdogan ya “Em bi hevkariya hikumeta Iraqê vê tevgerê didin meşandin” derewand û careke din hişyarî da Tirkiyê ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji medya fermî ya Iraqê re got: “Wezareta Derve ya Iraqê operaysona leşkerî ya Tirkiyeyê weke binpêkirina eşkere ya xaka Iraqê dibîne û li ser yekparçebûna xaka Iraqê metirsîdar dibîne. Ji ber ku ev operasyonê ji bo welatiyên Iraqê ziyan û fikar çêkiriye.”

Sehaf destnîşan kir ku Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê, bang li baylozê Tirkiyeyê kiriye û nameyek tund pêşkêş kiriye û têde ew operasyona yekalî weke dijminkarî û provakasyon pênase dike.

Ehmed Sehaf daxwazên Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê ya ji bo derketina artêşa Tirk li ser xaka Iraqê dubare kir.

Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê girêdanbûna xwe ya bi benda 51 a danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) tîne ziman û tekeziyê li ser prensîbên cîrantiya baş û peywendiyên dîrokî dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf her wiha ragihand ku heta niha rayedarên Tirkiyeyê ti bersiva nameya wan a nerazîbûnê nedaye ku li Bexda pêşkêşî balyozê Tirkiyeyê kiribû û got ku li benda bersiva Tirkiyeyê ne.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ku daxuyaniya “Bi hevkariya hikûmeta Iraqê em vê tevgerê didin meşandin” dabû derewand.