5 milyon kes ji Ûkraynayê reviyane

Li gorî Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka şerê Ukraynayê ku di 24’ê Sibatê de destpê kir, derdora 5 mîlyon kes welatê xwe terikandine.

UNHCR’ê ji roja Înê ve ragihand ku wan 4 milyon û 796 hezar û 245 penaber qeyd kirine.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî jî diyar kir ku 215 hezar kesên ne ji Ukraynayê welat terikandine.

Li eniya leşkerî jî pevçûnên dijwar didomin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan kargeheke li navçeyeke Kîevê ku tê de mûşekên ji erdê ji bo hewayê dihat çêkirin rûxandine. Moskowayê ragihand ku ewê di bersiva êrişên hêzên Ukraynayê yên li ser axa Rûsyayê, êrîşên xwe yên esmanî li ser Kîevê tundtir bikin.

Wezaretê her wiha ragihand ku keştiya şer a “Moskva” ku di şer de zirar dîtibû, noqê avê bûye.

Di daxuyaniyeke din a Moskovayê de hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê de derdora 30 “paramîlîterên” Polonî hatine kuştin.