Rûsya: Hema bêje temamî Marîûpol ketiye destê me

Rûsyayê ragihand ku hema bêje temamiya bajarê Marîûpolê yê Ûkraynayê ku xwedî taybetmendiyeke stratejîk e, xistiye destê xwe.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hate dayîn, di destê Ûkraynayiyan de tenê kargehek maye.

Wezaretê destnîşan kir, ku yên li nava kargehê dest ji çekan berdin wê 'sax bimînin'.

Wezaretê diyar kir, ku ji derveyî nuqteya ku qala wê dike got: "Ji leşkerên pêkhateyên milîtanên Nazî, leşkerên biyanî yên bi pere û leşkerên Ûkranyayê hatine paqijkirin."

SerokKomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî rewşa bajarê peravê Marîûpolê weke 'der mirovî' îfade kir û bang li welatên Rojavayî kir ku demildest 'çekên giran' bidin wan.

Zelenskiy her wiha bang li cîhanê kir ku li dijî êrîşa 'çekên kîmyewî' ya Rûsyayê  'amadekariyan' bike.

Di vê navberê de Rûsyayê ragihandin ku kargeheke leşkerî ya nêzî paytext Kîev îmha kiriye.

Wezareta Parastinê anî ziman ku kargeha cebilxaneyê ya nêzî qada Brovary a li herêma Kîevê bi fûzeyan îmah kiriye.

Li aliyê din rayedarên Ûkraynayî korîdora mirovî ya ji bo veguhestina sivîlên li rojhilatê welat ji ber xeteriyê sînordar kirin. Li gorî rayedarên Ûkraynayî di vê mijarê de bi artêşa Rûsyayê re lihev kirine.