Perû dixwaze bi 'xesandina kîmyewî' kesên dest diavêjin zarokan ceza bike

Serokkomarê Perûyê Pedro Castillo diyar kir ku hikumeta wî dixwaze cezayê 'xesandina kîmyewî' li kesên dest diavêjin zarokan, bibire.

Petro Castello diyar kir ku mirov bi dest dirêj kirina keçikeke sê salî şaşmayî dibe û wiha got: "Bes e êdî ji vê tundûtûjiyê re, hikûmet wê êdî li hember sûcên berpêyî zarokan bi xweşbînî tevnegere û bêceza nehêle."

Ji tidarekên ku serokkomar pêşniyaza wan dike re divê parlament bibêje erê. 

Castello bal kişand ser Rûsya, Polonya, Koreya Başûr, Endonezya û Moldovayê ku bi xesandina kîmyewî tecawizkaran ceza dike.

Ev pêkanîn, bi mebesta girtina ber lê ya jî ji bo ku careke din dubare nebe bi dayîna dermanên rê li ber daxwaza zayendî digirin tê pêkanîn. 

DI NAVA 4 SALAN DE DESTAVÊTIN LI 21 HEZAR ZAROKAN HATIYE KIRIN

Li gor Wezîriya Mafên Jinan a Perûyê di çar salên dawîn de ji 21 hezarî zêdetir zarok bûne mexdûr tecawizê. Sala 2021'ê bi tenê 6 hezar 929 bûyerên tecawizê hatine tesbîtkirin.

Li Perûyê ji bo destdirêjiya li zarokên kêmî 14 salî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê tê birîn.