Pûtîn ragihand ku Marîûpol bi dest xistine

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku wan bajarê bendergehê yê stratejîk Marîûpol bi dest xistine.

Vladîmîr Pûtîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Rûs kontrola bajarê Marîûpolê bi dest xistine û got, "Biencambûna karên rizgarkirina Marîûpolê serketineke."

Pûtîn ferman da Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû ku êrişa li ser febrîeqya Azorstalê ku nuqteya dawî ya hêzên Ûkraynayî ye 'ne guncav e'. Li gorî Pûtîn divê herêm welê bê dorpêçkirin ku 'mêşek jî nikaribe jê derbas bibe'.

Serokdewletê Rûsyayê diyar kir ku operasyona li qadeke ku tevneke berfireh a binê erdê lê ye, wê ji aliyê windahiya mirovan ve maliyeta xwe giran be û got, "Bi dîtina min pêşniyara êrişa li ser qada pîşesaziyê ne guncav e. Fermanê didim ku bê betalkirin. Divê em jiyana leşker û efserê xwe biparêzin."

Pûtîn her wiha ji bo yên teslîm bibin soza jiyanê û alîkariya tibî da.

Tê gotin ku li navendê zêdeyî 2 hezar leşkerên Ûkraynayî hene.