Li Swêdê provokasyonên rastgiriya tund: 26 kes hatin destgîrkirin

Li Swêdê, rastgirên tund ên ji bo şewitandina Quranê daketin kolanan û polîsan şer kirin. Di encamê de 26 kes hatin destgîrkirin.

Li taxa Navestad a bajarê Norrkopingê ku piraniya nifûsa wê Misilman e, piştî çalakiyên şermezarkirinê yên roja Yekşemê, şevek aram derbas bû. Polîsan 8 kes bi gumana ku bûne sedema bûyerên tundiyê desteser kirin.

Li bajarê Lînkopîngê jî rastgirên tund daketin kolanan û bi polîsan re şer kirin. Rastgirên tund ên kevir avêtin polîsan gelek wesayit şewitandin. 18 kes hatin destgîrkirin.

Komek bi serkêşiya Rasmûs Palûdan ê Danîmarkî û Swêdî, ku dijberiyê li koçberan û Îslamê dikin, dibin sedema bûyerên tundiyê.

Palûdan ku li Danîmarkayê ji ber heqareta nijadperestiyê hate mehkûmkirin, rojên dawî li Swêdê dest bi gerên provokatîf dikir. Palûdan bi taybetî diçû taxên ku piraniya şêniyên wan Misilman e. Her wiha dema ku xwest Quranê bişewitîne, li cihê ku diçû, bûyerên tundiyê dida destpêkirin.

Li bajarê Malmo jî roja Şemiyê pirtûka pîroz a Misilmanan Quran hatibû şewitandin. Şeva Yekşemê jî bûyerên tundiyê dewam kirin û bi taybetî agir bi dibistanekê hate xistin.

Xwepêşandanên Rasmûs Palûdan ên şewitandina Quranê li nava Ereban bû sedema nerazîbûn û şermezarkirinê.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li nûnerê Swêdê kir û nerazîbûn nîşan da. Erebistana Siûdî jî 'çalakiyên alîgirê tundiyê û provokasyonên li dijî Misilmanan' ên li Swêdê şermerzar kirin.