Artêşa Nîjeryayê êrişeke hewayî bir ser DAÎŞ'ê: Bi dehan çete hatin kuştin

Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê ragihand ku li Dewleta Îslamê ya Efrîkaya Rojava xistine ku bi ser çeteyên DAÎŞ'ê ve ne û di encamê de zêdeyî 70 'terorîst' kuştine.

Qada Gola Çadê ku artêşa Nîjeryayê li vê herêmê êrişa hewayî kir, ji sala 2016'an û vir ve ji aliyê endamên Dewleta Îslamê ya Efrîkaya Rojava ku bi ser DAÎŞ'ê ve ye, tê bikaranîn.

Çeteyên DAÎŞ'ê tevî hevrikê xwe yê herêmî Boko Haram di nava deh salên derbasbûyî de zêdeyî 40 hezar kes kuştin, bûn sedem ku zêdeyî 2 milyon kes ji cih û warê xwe bibin. Kesên ku koç kirine, ji ber tundiyê hîn jî nikarin li warê xwe vegerin.

Berdevkê Hêzên Hewayî Edward Gabkwet anî ziman ku 13'ê Nîsanê li ser du cihên bi guman keşif kirine û "gelek terorîst û kampeke lojîstîkê" tespît kirine.

Berdevk diyar kir ku 14'ê Nîsanê êrişa hewayî kirine û di encamê de zêdeyî 70 'terorîst' kuştine.

Koma ser bi DAÎŞ'ê ve, ji par û vir ve cihê Boko Haram dagirtiye. Serçeteyê Boko Haram Ebûbekir Shekaû di şerê navbera herdu komên çete de hatibû kuştin.