Çîn peymanên qedexekirina xebitandina bi zorê îmze kir

Meclisa Çînê peymanên navneteweyî yên qedexekirina xebitandina bi darê zorê erê kir.

Çîn bi xebitandina bi darê zorê li ser hindikahiyên xwe yên Misilman, bi taybetî yên li bakurê rojhilatê herêma Xweser a Sînjîang Ûyghûr tê tawanbarkirin.

Di peymanên dualî yên ku di dawiya sala 2020’an de li ser veberhênanan hatibûn îmzekirin, Yekîtiya Ewropayê wek şert li ser Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ferz kiribû ku peymanên xwe îmze bike.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, herî kêm mîlyonek Ûygûr û endamên din ên civaka etnîkî ya Misilman li kampên herêma Sîncanê hatine bicihkirin.

Pekîn destnîşan dike ku ev kamp navendên perwerdehiya pîşeyî yên ji bo dûrxistina ji terorîzmê û cihêxwaziyê ne.

Ji ber vê rewşê ku bû sedema berteka civaka navneteweyî, DYE di Kanûna 2021’an de qanûnek ku kirîna berhemên ku di encama xebitandina bi zorê ya Ûygûran de hatine çêkirin qedexe dike derxist. DYE’yê her wiha Çîn bi qirkirina vê hindikahiyê tawanbar kiribû.